Bavê Fexriya qurba min go îro dinya ewr e.... 
Ax lo nabe sayî, hawar li min min rebenê 
Lê li Bavê Fexro derketine Tabûra Sêrtê taqîbatê bi sê alayî 
Hawar li min oy... 
Gelî gundî û cîranan çima Bavê Fexro ne li mal e? 
Hûn dibînin ode ji mêvanan xir û xal e 
Hawar li min min rebenê 
Bawê Fexriya qurba min go ji înê heta înê 
Hawar li min min rebenê 
Îro sê ro sê şev e Bavê Fexro birîndar e li nav nivînê… 
Ezê rabim daw û delingê xwe hilgêvim herim Hadhaka xopan, 
Mala Erekêlê Hekîm, bêjim hekîmo qurba sîng û berê min rebenê 
Ji Bavê Fexro re bike melhema devê vê birînê hewar li min 
Heyfa mêra ye di çi halî, hawar li min min rebenê 
Min go Bavê Fexro were em bi destê hevdu bigrin... 
Ax lo herin çiya, hawar li min min rebenê 
Lê li min şewitiyê ezê derbasî hêla malê bûme 
Bavê Fexro bi ser birînê xwe de kûr dinaliya hewar li min 
Heyf û xebîneta Bavê Fexro, Suwarê Gêjo, Torinê mala Ezo 
Birîndar bû bi sê gulên va Romiya ax hawar li min min rebenê 
Emrê çûyî carde nayê min rebenê 
Bavê Fexriya qurba min go bi qizanî ay… 
Pir delal bûm hawar li min min rebenê 
Gidî qurban bi bûkanî ay… karxezal bûm hewar li min 
Bişewite mala mêrê xirab û Romiyan 
Çawa sala îsal qir û qal bûm 
Ax emrê çûyî carde nayê ay…