Malan barkir
Malan barkir lê lê çûne waran lê 
Dînê lê dînê lê Dînara min 
Goştê me xwar lê lê mişk û maran lê 
Keçê lê rindê lê bermaliya min 
Ez sewî me lo lo ber desta me lo 
Delalo delalo delalê min 
Brîndar im lo lo bê xwedî me lo 
Hevalo hevalo hevalê min 
Malan bar kir lê lê koç bi rê ket lê 
Dînê lê dînê lê Dînara min 
Dilêm eşiya lê lê agir pê ket lê 
Keçê lê rindê lê bermaliya min 
Jana te ya dil jana min e lo 
Delalo delalo delalê min 
Ger min nedin ne gunehê min e lo 
Hevalo hevalo hevalê min 
Wî de mala min (Bavê Lalo) 
Wî de mala min 
Wî de mala min 
Mala bavê min mala mêran e eywax 
De here mala min hê hê…. 
Lê mala min mala mêran e 
De konê mala bavê min rebena xwedê konê mala mêran e 
De here çawa bi destê Bavê Lalo girtin xistin kelepçê 
Berê wî dane hepisxana bajarê Qersê digo: 'yallah lo Kurdo' 
De herê çawa berê zarok û zêçên wî dane 
Guhê van gundan e de oy oy.. 
De mala bavê min mala mêran e 
De herê malan min hê hê…. 
Wî de mala min, mala min, mala min.. 
Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo… 
Û çadira bavê Lalo danî li ber çema 
Xeybetê berxê mala Emer Begê vê sibekî danî li ber çema 
Were vê sibekê naziman û qomandarê Qolordîya Dîyarbekir 
Hatî kon û kozikê xwe danî cem me 
Belê wezê nakevime ber kûştin û girtina Bavê Lalo, Suwarê Kovê 
Wezê ketime ber heyfa wê heyfê 
De herê çawa destê wî xistin darê kelepçê, berê wî dane hapisxana bajarê Erziromê 
De herê çawa berê zarok û zêçên wî dane nav Ecem e oy oy… 
Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo… 
De herê malan min mala min mala min, 
Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo… 
Û çadira bavê Lalo danî li ser latê 
Belê îro sê roj e Alayê Sêrtê 
Tevî mufreza cendirme tabûra eskerê vî Xelatê 
Belê digerîne li Bavê Lalo, Suwarê Kovê 
Li vê dews û li vî rêç û li vî deşt û taqîbatê 
Wele wezê nakevime ber girtina û kuştina Bavê Lalo 
Wezê dikevime ber heyra vê heyrê 
Û axalerkê me ser re dibêjin 
Çawa tu bûye firar û mehkûm û qacaxê hikûmatê 
Hoh oy de hoy oy… 
Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo...